TTB: Lêgera tazî îskenceye
14:46
JINHA
ENQERE - TTB di çalakiya 11'ê Îlona sala 2013'an li Kadikoyê de jinek hat binçavkirin, di dema binçavan de polîsan îskenca lêgera tazî ser kir, paşê jî doz vekir, lê bi guman li dozê dihat nêrîn.
Beşa Dadgerî û tenduristiya Jinan û Beşa Mafê Mirovan a Konseya Navendiya Yekgiritina Tabîbên Tirkiyê (TTB) girêdayî doza jina ku di çalakiya 11'ê Îlona sala 2013'an de li Kadikoyê hatî binçavkirin û di binçavan de rastî îskenca taziya polîsan hatî daxuyanî dan. Daxuyaniya TTB'ê bi sernava "Lêgera tazî îskenceye li hember îskencê tekoşîn kirin em bi îsrarin" hatiye despêkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi guman li doza jina di çalakiya 11'ê Îlona sala 2013'an li Kadikoyê hatî binçavkirin û polîsan îskenca tazî lê kirî tê nêrîn.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Îskence, eziyet, bi qestî lêgera cihên birîn, lêgera tazî ya bêmaf û peyîwira xwe xirab kirin. Jinên rastî îskencê tên gotinên 'tevgerên rihat li wê hene' îskenceyê rewa dikin. Em dixwazin van kirinan bidin bîranîn. Em ji helwesta xwe ya pak bawerin ku emê li hember hemû yên ku ser vê axa qedî jiyanê tine dihesibînin, îskencê diparêzin, îskencê li mirovan dikin tekoşînê kirinê bi îsrarin.
(zt)
