Li Til Temirê 23 gund û mezra hatin azadkirin
16:38
JINHA
TIl TEMIR – Piştî ku hêzên YPG’ê gundê Aliya ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin 23 gund û mezreyên din rizgar kirin.
Li gorî nûçeya ANHA yê piştî ku hêzên YPG’ê gundê Aliya ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, opersyona rizgarkirina gund û mezreyan di herêmê de bê navber dom kir û di encamê de şervanên YPG’ê gund û mezryên bi navê Celia, El Kebir, Um Hermelê, Mezraed Ubeydilhilo, Xelil Hercan, Maksume, El Eluş, El Kebtaş, El Herbi, Şex Ricam, Ridênî, El-Wusta, Qebir Amir, Şidyan Kerker, Rehaniyet, El-Begara, Merrat, Derxan, Rezrat, Naif Berhevi, Salihiyet El-Edwan û mezreyek din ji çeteyan rizgar kirin.
Hêzên YPG’ê li ser daxwaza welatiyan heftey berê li herêma Serêkaniyê, Hesekê û Til Temir opersyon dabûn destpêkirin. Di encama şer û pevçûnên dijwar de gelek çete hatin kuştin, her wiha gelek gund û mezre ji destê çeteyan hate rizgar kirin.
(zt)
