Înîsiyatîfa Hebûn a girêdayê LGBT kovara xwe ya hejmara yekemîn derxist
14:05
Hulya ADIYAMAN
AMED – Înîsiyatîfa Hebûn a girêdayê saziya Lezbiyen, Gay, Bîseksuel, Transgender (LGBTT) ku navenda wê li Amedê ye, li ser înternetê kovar derxist. Aktîvîstê Înîsiyatîfa Hebûn Umît Manay, diyar kir ku armanca derxistina fanzîniyê ew e ji bo pirsgirêkên kesên LGBT’yî derxin holê ye. Di Fanzînê de roportaj, qûnciknivisên serpêhatiyên kesên LGBT’yî vedibêje ya bi navê “Soza me heye”, qûncika tendûristiyê û beşa “Di çapemeniyê de Hebûn” cih digire.
Fanzîna Hebûn a ji hêla Înîsiyatîfa Hebûn a girêdayê LGBT ku navenda wê li Amedê ye, bi sernavê “Ji Hebûn merhaba” di meha tîrmehê de kete weşanê. Di fanzîna ku ji bo li heremê pirsgirêkên LGBT’yî bên dîtin hate weşandin de, roportajên, qûnciknivisên serpêhatiyên kesên LGBT’yî vedibêje ya bi navê “Soza me heye”, qûncika tendûristiyê û “Di çapemeniyê de Hebûn” cih digire.
‘Em dixwazin bi Fanzîna Hebûnê re hebûna xwe bidin der’
Aktîvîstê Înîsiyatîfa Hebûn Umît Manay, derbarê fanzîna Hebûn a li ser înternetê li Amedê dest bi weşanê kiriye, agahî da. Aktîvîstê Înîsiyatîfa Hebûn Umît, diyar kir ku armanca derxistina fanzîniyê ew e ji bo pirsgirêkên kesên LGBT’yî derxin holê ye. Umît, da zanîn ku gelek tişt bi çand û hûnerê baştir bi civakê didin fêm kirin. Umît, destnîşan kir ku li ser vê esasî firqkirina xwe didin afirandin. Umît, anî ziman ku naveroka Hebûn ji ber ‘tije tije ye’ fanzîneke di formata kovarê de ye.
Umît, derbirî ku di fanzînê de helbestên ji bo jinên trans re hatine nivisandin jî heye û diyar kir ku ev xebat ji hêla heteroseksuelan ve jî piştgirî tê dîtin. Umît, da zanîn ku di amadekirina weşana fanzînê de yên ked dane hemû bi dildarî xebitîne.
‘Em piştgirî dixwazin’
Aktîvîsta Hebûnê Oyku Sezer, diyar kir ku ji ber fanzîna ku Hebûnê weşanê kiriye ji ber fon nehatiye dîtin li ser înternetê weşanê dike. Oyku, derbarê tengezariya aboriya fanzînê de ev tişt gotin: “Me serî gelek cihan da. Lê ez bawerim ji ber ku em hê tezgehek in, me cidî nagirin. Me bi xebatên xwe fanzîna Hebûnê derxist holê. Hêvî dikim hewildanên me bên dîtin û piştgirî bidin me. Dema me fon dît, em dê vê fanzînî di formata kovarê de bi naverokek xûrt û xebatek mezintir bi weşîn in. Em dixwazin kovarê pirzimanî jî derbixîn. Heke nivîsên kurdî bên em dê bi kêfxweşî bi weşîn in.” Oyku, anî ziman ku di her hejmara fanzînê de beşek ji bo endamên LGBTT’ê ku mafê wan hatine binpê kirin û nivisên xwe ji bo karibin bişînin navnîşanek jî vekin. Oyku, destnîşan kir ku dema navnîşana xwe nivisandin dê karibin bi hêsanî xwe bigihîjin wan. Oyku, anî ziman ku xwendevanên ku dixwazin fanzînê bişopînin dikarin bikevin navnîşana “hebunfanzin.blogspot.com” e.
Wêne-Kamera: Hulya Adiyaman
(ha/gk/hp)

