Banga ji bo Meşa Cejna Ziman
13:58
JINHA
AMED - Lijna KCD'ê a Ziman di çarçova çalakiyên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Amedê meş tê li darxistin banga beşdariyê kirin.
Di çarçova meşa bi aramanca 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ya ku dê bi pêşengiya Lijna KCD'ê a Ziman û Şaxa KURDÎ- DER a Amedê bê li darxistin daxuyanî hat dayîn. Endamên Lijneya Zimanê Kurdî a KCD'ê Îrfan Babaoglu daxuyanî xwend û diyarkir ku dê sibê meş di saet 17.00'an de ji ber avahiya KCD'ê despêbike û heya Sumparkê berdewam bike. Îrfan balkişand ser girîngiya zimanê kurdî û wiha got: "15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ji bo hemû gelê kurd rojeke taybete. Di dîroka kurdan de cara yekem tîpên latînî li paytexta Suryê Şamê ji aliyê Celadet Bedîrxan ve hatiye bikaranîn. Piştre jî Kovara Hawarê çapkiriye. Bingeha zimanê kurdî di dîrokê de wiha hat avêtin. Ji ber vê yekê roja 15'ê Gulanê weke roja cejna zimanê kurdî hate diyar kirin. Daxweza me ji dewletê ew ku zimanê kurdî bibe zimanek fermî."
(do/rc)
