Ser standa HDP'ê ya Antalyayê êrîş
16:31
JINHA
ANTALYA - Li navçeya Gazipaşa yê standa HDP'ê rastî êrîşên komek nijadperest hat. Di dema êrîşê de Namzeta Parlementera HDP'ê ya Antalyayê Aysel Îbili jî di navê de gelek kes hatin darb kirin.
Standa hilbijartinê ya HDP'ê ya li navçeya Gazipaşa ya Antalyayê rastî êrîşa komek nijatperestên ji 50 zêdetir hat. Nijadperestên ku stand belavkirin bi xeber û bêmafiyan HDP yî darbkirin. Di êrîşa bi kêran de Namzeta Parlementera HDP'ê ya Antalyayê Aysel Îbili û Hevserokê HDP'ê yê Alanyayê Îsmail Îşlî jî di navê de gelek kes hatin darbkirin. Di dema ku nijadperestan êrîşî standê kirin de ti polîs li cihê bûyerê nedixweyîn û ti mudaxele nehat kirin.
Piştî êrîşê wesayîtên HDP'ê li trafîqê jî rastî êrîşa duyemîn ya nijadperestan hatin. Dema ku polîs hatin cihê bûyerê li cihê mudaxeleyî komên nijadperestan bikin, bi gaza îsotan êrîşî wesayîtên HDP'ê kirin. Gelek kes ji gaza îstotan bandorbûn. Hîna mudaxele berdewam dike.
(zt)
