Dayîkên Aştiyê: Ji bo Kobanê baldarbin

16:32

JINHA

AMED -
Endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê girêdayî ziyareta xwe ya li Kobanê li ber avahiya xwe daxuyanî dan. Ji Endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê Havva Kiran ji bo Kobanê ya ku di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de hemû hilweşiyayî ji nû ve bê avakirin banga baldariyê li her kesê kir û got: "Divê alîkarî bê kirin. Li Kobanê nexweşxane bê çêkirin ku zarokên me li wê bên tedawîkirin." Havva bilêv kir ku welatiyên Kobanê pêdiviya wan bi alîkariyê heye divê her kes tişta ji destê wan bê bikin. Havva anî ziman ku ji bo rewş ji nêz ve bê şopandin teqez divê her kes biçin Kobanê bibînin.

(zt)