Dayîka Namzeta HDP'ê Gozde Kaya ji aliyê polîsan ve hat darb kirin
14:33
JINHA
İZMİR - Polîsan ser mala Namzeta HDP'ê ya Ispartayê Gozde Kaya de girtin û dayîka wê darb kirin.
Polîsan ser mala malbata Namzeta Parlementeriya HDP'ê ya Ispartayê Gozde Kaya ya ku li İzmir ê dirunin de girtin û diya wê darb kirin. Dema ku polîsan xwestin li malê lêgerîn bikin û diya Gozde jî belgeya lêgerînê pirsî ji aliyê polîsan ve hat darbkirin. Berê jî polîsan ser mala malbata Gozde de girtibûn û malbata wê tehdîd kiribûn.
Dema ku parêzerên malbatê ji polîsan pirsîne "ew çima li malê lêgerîn kirine" polîsan bersiva "mala ku me lênêrî dibe Gozde Kaya be dibe nebe" dane. Parêzeran dan zanîn ku bi nêzîkatiyên keyîfî ji bo çêkirina tirsê lêgerîn kirine hîna girêdayî mijarê hemû lêhurbûn nehatine temama kirin.
(zt)
