Di Dadgeha Gel de rengê jinê

09:50

 


JINHA


KOBANÊ– Di Dadgeha Gel a Kobanê de jin bandora jinê balê dikişîne. 4 endamên dadgehê yên jin bi xebatên xwe rengê jinê nîşan didin.


Di Dadgeha Gel a Dada Civakî ya Kobanê de 4 jin erka dadgerî pêk tînin û di çareserkirina hemû pirsgirêkan de cihê xwe digirin. Dadgerên jin ku pirsgirêkên jinan jî çareser dikin, di nava xwe de komîteyek saz kirine. Jinên ku beriya biryara derbarê dozekê de li hev dicivin, biryareke hevbeş distînin.


pirsgirêkên jinan çareser dikin


Jina bi navê Kelîma Mihemed yek ji endamên Dadgeha Dada Civakî ya Kobanê ye. Kelîma dema nû dest bi karê xwe yê di dadgehê de kir rastî astengiyên civakê hatiye, lê niha bi awayekî hêsanî karê xwe dike.Kelîma diyar kir ku niha jina kurd di karên herî zehmet de cihê xwen digirin û pirsgirêkên jinan çareser dikin.


Jina bi navê Xensayî Miho jî yek ji endamên dadgehê yên jine. Xensayi beriya niha di dadgehên Helebê de kar dikir, lewre jî xwedî tecrube ye û niha xebatên xwe didomîne.Xensayi destnîşan kir ku ew her dem di nava kar û xebatên de ne ku pirsgirêkan bi razîbûna aliyan çareser dikin.


(ie/pk)