Hemû rojên pêşemê Mihabad diçe ser gora Ferînaz
09:36
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyê bajarê Mihabadê hemû rojên pêşemê diçin ser goristana Ferînaz Xosrewan.
Welatiyên bajar Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê her rojên pêşemê serdana gora Ferînaz Xosrewan dikin. Li gor agahiyan her êvarên pêncşeman gelê Mihabadê diçin ser gora Ferînaz Xoserwanî ya ku li Goristana Kolana Şayigan ya bajarê Mihabadê ye û destegulekî didanin ser. Mihabadî ji bo rêzgirtina li Ferînaz û hemû şehîdan vê rojê wek pênşema şehîdan bi nav dikin. Herwiha li bajarên din jî gel ji bo helwest nîşandanê wê her rojên pêncşemê serdana gora şhîdan bikin û destegulan daynin ser gorên wan.
(zt)
