Di 23 gundan de YPG û YPJ'ê dor li çeteyên DAIŞ'ê girtine
10:52
JINHA
HESEKÊ – Opersyonên YPG/YPJ’ê yên di çarçoveya "Hemeleya Fermandar Rûbar" li Hesekê, Til Temir û Serêkaniyê li hember çeteyên DAIŞ'ê hatî despêkirin li gundê Em El-Semîr gihiştin hev. Di encamê de çete di 23 gundan de ketine çembera YPG’ê.
Li gorî nûçeya ajansa ANHA yê opersyonên şervanên YPG/YPJ’ê yên ji Hesekê, Til Temir û Serêkaniyê di çarçoveya "Hemeleya Fermandar Rûbar" hatine despêkirin di encama şerê şevê din de li gundê Em El-Semîr gihiştin hev. Di heman demê de hemû riyên serke yên herêmê ketine destê şervanên YPG û YPJ’ê û di 23 gundan de çeteyên DAIŞ'ê hatine dorpêçkirin./.
(zt)
