FemînKurd dest bi weşanê dike!

13:25

JINHA


AMED – Web-rojname ya ku ji aliyê jinan ve tê derxistin û xîtabê jinan dike dest bi weşanê dike. Rojnameya ku bi navê FemînKurd e, ji aliyê jinên kurd ve te weşandin.


 


Navenda FemînKurd li Amedê ye û di rojnamê de wê nûçeyên derbarê cîhana jinan de cîh bigre. Zimanê rojnamê wê bi kurdî û tirkî be. Di kategoriyên cihêreng de li gel nûçeyan, wê nivîsên di derbarê yasa, nîqaş, xêz, vîdeo, nûçe û arşîvên dîjîtal yên weşanên periyodîk yên berhemên jinên kurd cîh bigrin. Herwiha wê gelek nîvîskarên FemînKurd jî bi babetên cuda xîtabê xwîneran bike.


Lînka FeminKurd’ê jî wiha ye:


Web: http://www.feminkurd.net


(hp)