Hevserokê Rêxistina HDP'ê Dîdar Gul: Sedema teqînê gul e

11:36

JINHA

MÊRSÎNÊ - Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê Dîdar Gul diyar kir ku sedema êrîşa li hemberî partiya wan pêk hat gula duh ji partiyê re hatî şandin pêk hatiye.

Serê sibê li avahiya HDP'ê ya Mêrsînê teqînê pêk hat. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê Dîdar Gul têkildarî teqînê de axivî û agahiyekî gelek girîng par ve kir. Dîdar anî ziman ku sedema teqînê çîçeka du ji partiya wan re şandin e û wiha got: "Em nizanin gul ji aliyê kê ve hatiye şandin lê hevalên me danîbûn şaneşînê. Sedema teqînê bombeya li guldanka gulê hatî bi cihkirin pêk hat." Dîdar da zanîn ku teqîn berî mitîngê bi armanca provokasyonê pêk hatiye.

(zt)