Komîteya Guherîna Destura Bingehîn a ji 21 kesan hat pejirandin

14:19

JINHA

HEWLÊR- Parlamentoya Herêma Kurdistanê komîteya 21 kesî ya ji bo sererastkirina Destûra Herêma Kurdistanê pejirand.

Partiyên başûrê Kurdistanê endamên komîteya 21 kesî ya ji bo sererastkirina Destûra Herêma Kurdistanê di nava xwe de bi vî awayî parve kirin. PDK 7 kursî, YNK 4 kursî, Tevgera Goran 4 kursî, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê 2 kursî, Komela Îslamî ya Kurdistanê kursiyek û kursiyên din jî wê di nava pêkhateyên din de werin parve kirin. Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Arasteya Sêyemîn, Sosyalîst û Şûî jî kursiyek bû para wan û wan jî ev yek boykot kirin. Serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê Yûsif Mihemed di rûniştina îro ya parlamentoyê de li ser mijarê wiha got: “Divê nûnerê her çar aliyên siyasî hebe. Ger nûnerê wan jî nebe, ev nayê wê wateyê ku komîteya sererastkirina destûrê ti pirsan ji wan nake.”

Parlamentoyê 90 roj ji bo komîteyê nîşandaye ji bo destûrê sererast bike, karên xwe biqedîne û destûrê bixe referandûmê. Komîteya 21 kesî ya ji bo sererastkirina Destûra Herêma Kurdistanê bi dengê 71 parlamenteran hat pejirandin.

(zt)