Li Amedê weşana bi zimanê Zazakî despêkir
15:56
JINHA
AMED - Şaradariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo çêtir bikaribe têkiliyê bi welatiyên bi zaravaya kurdî ya kirdkî/zazakî re avabike, li ser malpera www.diyarbakir.bel.tr dest bi weşana Zazakî hat kir.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku ev du sal in bi zaravayê kurmancî yê kurdî ligel tirkî weşana xwe ya malpera xwe dimeşîne, dest bi weşana zazakî jî kir. Şaredariya me li ser malpera www.diyarbakir.bel.tr dest bi weşana zazakî kir û dê di kovara xwe de ku dawiya gulanê dil heye biweşîne jî ligel kurmancî û tirkî dê cih bide zazakî jî.
Malpera fermî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo li bajarê ku bi kurdî û tirkî gel diaxive, bi zimanê dayikê bi xizmeta gel rabe û pêdiviyên wan bîne cih, dest bi weşana zazakî kir. Ji bo welatiyên Zaza yên li bajêr, hêsantir ji xizmetên şaredariyê agahdar bibin û hayê wan ji kar û barê şaredariyê hebin, dê di kovara şaerdariyê de jî zazakî hebe.
Baweriya Şaredariyê ew e ku, xizmeta bi pirzimanî dê bêhtir bandor û kartêkeriya xwe hebe û ji bo îngilîzî jî xebatên xwe didomîne.
(rc)
