Li Til Temirê 20 gundên ser xeta Xabûr hatin rizgarkirin
10:48
JINHA
TIL TEMIR –
Li gorî nûçe ajansa ANHA yê şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya Pêngava "Fermandar Rûbar" de 20 gundên Til Temir ên xeta xabûr ji çeteyên DAIŞ’ê paqiş kirin. Şervanên YPG/YPJ’ê ji 6’ê gulanê ve Pêngava "Fermandar Rûbar" bi armanca paqijkirina herêma Çiyayê Kizwanan dan destpêkirin. Di encama pêngavê de şervanên YPG/YPJ’ê duh herêma Çiyayê Kizwanan ji çeteyan rizgar kirin. Her wiha gelek gundên Til Temir ku çeteyan dargirkiribûn ketibûn çembera YPG’ê. Şervanan di çarçoveya pêngavê de şevê din jî li gundên Xabûr opersyon dan destpêkirin, di encamê de Xêbiş, Til Nesrî û Til Şamîran jî di nav de 20 gund hatin rizgarkirin.
(zt)
