Lî Erxaniyê Hacer Aladag hat qetil kirin

13:44

JINHA

AMED - Hacer Aladag ya 30 salî li Erxaniyê bi têlê hatî xeniqandin mirî hat dîtin. Şahidê buyerê anîn ziman ku qatilê Hacer hevserê wê Musa Aladage.

Li gundê Sinciqê ya navçeya Erxaniyê a Amedê Hacer Aladaga 30 salî bi têla hatiye xeniqandin û qetil kirin. Li gorî agahiyan, Hacer ku hertim ji aliyê hevserê xwe Musa Aladag ve rastî tundiyê tê despêk rastî êrîşê tecevûzê tê piştre jî bi têlan tê xeniqandin û qetil kirin.

Cenazeya Hacer ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Adliyê.

(rc)