Li Denîzliyê Elîf Duran hat qetilkirin
12:23
JINHA
DENÎZLî - Li Denîzliyê Erkan Duranê 38 salî bi tivingê li hevjîna xwe Elîfa Duran a 33'ê salî da û qetilkir.
Li Tirkiyê her ku diçe cînayetê jin zêdetir dibe. Vê carê jî li Denîzliyê jinek din hate qetilkirin.Li Denîzliyê Erkan Duranê 38 salî bi tivingê li hevjîna xwe Elîf Duran a 33'ê salî qetilkir û dûvre bi heman tivingê întîhar kir. Li gorî agahiyan, Elîf ji ber tundiya hevserê xwe berê xwe daye derve ku alîkariyê ji cîranan bixweze, Erkan ji pişta wê dertê û bi tivingê lêdide û ew qetil dike. Erkan piştî ku Elîf qetil dike ew jî xwe întîhar dike.
Piştî lêkolînê herdu cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Tipa Adlî ya Zanîngeha Pamukkale yê.
(rc)
