Xwendekara zanîngehê Bûşra Nûr mirî hat dîtin
12:55
JINHA
EDENE - Xwendekara Zanîngeha Çelê Bûşra Nûr Uysal a (20) salî, li Yurda Fevzî Çakmak dima di odeya xwe de mirî hat dîtin.
Xwendekara Zanîngeha Çelê Bûşra Nûr Uysal a (20) salî ku beşa Antîtezê dixwend li Yurda jina ya Fezî Çakmak a Edenê di odeya xwede mirî hat dîtin. Cenazeyê Bûşra ji aliyê hevalê wê ve tê dîtin û piştre cenazeya Bûşra ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Adlî ya Edenê. Hat zanîn ku di 22'ê Gulanê de Bûşra bi ser hişê xwe ve çûye û ew bi ambulansê rakiribûn nexweşxanê. Mirina Bûşra dê piştre diyar bibe ku ew di encama nexweşiya dil de ango sedemek cûdaye heye wê piştî lêkolînê diyar bibe.
(rc)
