Li Colemergê berî vekirinê êrîşa polîsan pêk hat
14:19
Gulan
26
/ 2015
JINHA
COLEMÊRG - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê berî vekirina Balafirgeha Geverê bi êrîşa polîsan bûyer derketin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê welatiyên bi armanca şermezarkirina Serokomar Erdogan û Serokwezîr Davutoglu yên dê li Geverê vekirina balafirehê bikin hatin cem hev rastî êrîşa polîsan hatin. Piştî polîsan êrîş kir welatiyan jî bi keviran bersiv dan polîsan û bûyer zêdebûn.
Li hemberî êrîşa polîsaan a bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan ciwanan li ser riyan barîkat danîn. Polîs bi guleyên plastîk û bombeyên gazê êrîş li girseyê dike û her diçe bûyer mezin dibin.
(rc)
