‘Ziyaretên jin piranî ji wan êdî bi navê mêra têne zanîn’

12:52

 


JINHA


DERSİM - Zeliha Polat destnîşan kir ku, Dersimî wekî mirovên pîroz li jina dinihêrin. Ziyaretên wekî ‘Anafatma, Buyarê, Jêl, Haskarê’ taybetmendiyên mezin in û di pirî civakan de cih nagirin. Ziyaretên jin dayîkên me ne ku di rojên me yên teng de tên hawara me. Lê mixabin ziyaretên jin êdî bi navê mêra têne guharandin û bi demê re ziyaretên jin jî êdî dibin mêr.


Neviya Seyit Rıza, Zeliha Polat di nava civaka elewiyan de li ser rola jinê axivî û got: “li gorî baweriya elewiyan jin pîroz in û mîsyona azadiyê li pişta wan e. Di berxwedana Dersimê de jî ji bo ku pirsgirêka civakî çareser bibe jin bêtir li pêş bûn. Ji heftê salî zêdetir e ku di cemeata elewiyan de gotina jin û mêra wek hev e.” Zeliha berdewam kir û got; ji bo wekheviya jin û mêrên elewî mînaka herî mezin pêşengên berxwedana Koçgiriyê Zarife û Alîşer in. Zarife him jineke tekoşer û him jî jineke çandyar e. Bi hevserê xwe re çek hildaye û ketiye nav şer.


“Melekên(firîşte) jin, zarokên keçik diparêzin”


Zeliha qala ziyaretên jin, ên Dersimê jî kir; ‘Anafatma, Buyarê, Jêl, Haskarê jî çend heb ji wzn ziyaretan in. Ev taybetî di tu civakî de tune ye. . Ziyaretên jin dayîkên me ne ku di rojên me yên teng de tên hawara me. Lê mixabin ziyaretên jin êdî bi navê mêra têne guharandin û bi demê re ziyaretên jin jî êdî dibin mêr.


Xwarziya Seyit Riza Mensure Doğan jî di civaka elewiyan de qala rola jinê kir; gelê Dersimê hewl didin ku tevî mêr û jina di nav aştiyê de bijîn. Mensure got ku; civaka elewiya hemû zindiyên ku biheml dibin pîroz dibînin û rûmetê didine wan û gotinên xwe wiha domand:


“Ji ber ku jin nîjada xwe berdewam dike, jinên ku keçik tînin dinyayê pîroz têne dîtin. Li gor baweriya me, melekên jin çil rojan zarokên keçik diparêzin. Heywanên zayok jî li bal me pîroz in. Wextê ku em heywanan serjê dikin, pêşî em nigên wî paçî dikin dûre xwe nêzî guhê wî dikin û lêborîna xwe jê dixwazin. Di wextê serjêkirinê de kesên ku li wir in destên xwe datînin ser hev û rûmetê nîşanî wî dikin.”


Wêne - Kamera: Zehra DOGAN


(zd/gk/hp)