Li Rusya yê bi hezaran zarok dibin qurban
10:31
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Sala borî li Rusya yê 2 hezar û 553 zarok bun qurban. Berpirsê Mafê Zarokan a Rusya yê komîser Pavel Astahov da zanîn ku her sal cînayetê zarokan bêhtir dibe û wiha got: "Ji bo welatek wiha mezin jî ev hêjmar gelek zêde ye."
Berpirsê Mafê Zarokan a Rusya yê komîser Pavel Astahov bi daxuyaniyekî diyar kir ku, li Rusya yê sala borî 2 hezar û 553'ê zarok bûye qûrbanê cînayeta. Heman demê de Pavel anî ziman ku li welat her ku diçe cînayeta zarokan zêde dibe û li Rusyayê herî kêm 100 zarok di salê de, ji ber sûcên cur be cur tên tewambar kirin. Pavel destnîşan kir ku di sala 2014'an de 9 hezar û 90 zarok wenda bûne û wiha got: "Ji bo welatek wiha mezin jî ev hêjmar gelek zêde ye."
(rc)
