Ji bo sê jinên şoreşger li Munchenê edalet hat xwestin
12:22
Gulan
28
/ 2015
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên edaletê yên ji bo sê şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez vê hefteyê jî dewam kirin.
Di çalakiya ku li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li bajarê Munchenê de ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez edalet hat xwestin.
Di axaftinên li çalakiyê de hat diyar kirin, ku dewleta Fransa bi bêdengiya xwe re hevkariya xwe ya di vî sûcî de nîşan dide. Der barê komkujiyê de li mirovên derdorê belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.
(rc)
