KJA'yê ji bo jina hat qetilkirin sersaxî qebûl kirin
13:39
JINHA
AMED - Hevbirên KJA'yê yên Amedê ji bo jina rojavayî ya li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê hate qetilkirin li Parqa Şemse Allak sersaxî qebûl kirin.
Hevbirên KJA'yê yên Amedê ji bo jina di 1'ê gulanê de li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê hate qetilkirin û rojavayî ye li Parqa Şemsê Allak sersaxî qebûl kirin. Di daxuyaniyê de pankartên “Ne ya te ne jî ya axê" û “Ne tore û ne jî namûs e wehşeta mêran e” Namzeda HDP’ê ya Amedê Nesrîn Hîlal Şanli, Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Amedê Hafîze Îpek û gelek endamên saziyên jinan tevli daxuyaniyê bûn.
Li ser navê jinan Xebatkara Navenda Şêwirmendiya Psîkolojîk û Perwerdehiya Jinê (EPÎDEM) Civaknas Neslîhan Başak axivî û wiha got: “Daxuyaniya ku em didin ne bi tenê daxuyaniye di heman demê de şîna jinan e." Neslîhan got ew ji bo pirsa "Gelo ya ji jina re tê rewakirin komkujî ye?" bipirsin hatin cem hev û wiha axivî: "Jina li Meksîkayê tecawizarkê xwe dikûje serbest tê berdan lê li Tirkiyeyê cezayê muebetê lê tê dayîn. Bende yê me ye, biryar a me ye û tu kes nikare ji vê yêkê bibe asteng.
(rc)
