Li Cizrê jinan polîs negirtin taxê

09:35

JINHA

ŞIRNEX - Jinên Cizrê li hember polîsên bi armanca tindî û bêmafiyê diketin taxan bertek nîşan dan û polîs ji taxan derxistin.

Li taxa Yasef ya Cizîra Şirnexê dema ku polîs bi tindiyê ketin taxê rastî bertekên jinan yên tind hatin û neçar man ji taxê derkevin. Di saetên şevê de dema ku polîs bi wesayîtên zirxî ketin taxê û bi keyîfî diketin hindirê malan û lêger dikirin rastî bertekên jinan hatin. Jinên taxê bi bertekên tind polîs ji nava taxê derxistin. Polîsan jî bi guleyên plastîk êrîşî jinan û zarokan kirin. Di nava demek kin de jin li hev kom bûn û polîs ji ber bertekên jinan neçar man ji taxê derkevin.

(ma/zt)