Jinan êrîşên ser Hezexê nirxandin

13:16

Mizgîn Adim/JINHA

ŞIRNEX – Hevsera Nezîr Teper yê ku duh di êrîşên HUDA-PAR'ê yên ser gundên Hezexê de birîndarbûyî Sêvê Teper û Keça wî Cîhan di derbarê êrîşê de nirxandin kirin. Keça Nezîr Cîhan diyar kir ku dema ew ji bo bavê xwe ji destê wan rizgarbike diçe ew jî rastî êrîşan tê û ji pişta xwe birîndar dibe. Hevsera Nezîr Sêvê jî anî ziman ku ji bo ew neyên provakasyonan ketine hindirê mala xwe jî lê êrîşkar ketine hindirê mala wan.

Li Gundê Xanikê yê navçeya Hezexa Şirnexê ku duh ji ber êrêşên HUDA-PAR'ê 2 kes miribûn û 3 kes jî birîndanrbûn. Duh dema HDP ji bo xebatên hilbijartinê çun gundê Xanikê tevî hemu pravakasyonan jî HDP bi HUDA-PAR’ê re neket şer. Lê piştî ku HDP ji gunda derket HUDA-PAR bi sator û çekan êrîşî gundiyên welatparêz kirin û li ser vê yekê gundiyê bi navê Sedat Teber ji serê xwe birindarbû. HUDA-PAR’ê malabatê gulebaran kir û Sedat Teper neçar ma ji bo xwe bi parêze çek bi kar bîne. Piştî bûyerê Sedat Teber û Nezîr Teber tevî birîndar bûn jî hatin binçavkirin. Keça Nezîr Teper Cihan Yakan û hevsera wî Sêvê Teper di derheqê bûyerê de axivîn û diyar kirin ku êrîşên dijwar li wan hatine kirin û wan tenê xwestiye xwe biparêzin.

Cihan Yakana keça Nezîr Teper jî di bûyerê de ji pişta xwe birindar bû wiha axivî: "Pêşî hatin bi partiyê re şer kirin bavê min ket nava wan piştî ku ew çûn ica hatin bi me re şer kirin. Bi çekan û satoran hatin me. Ne gundiyên me bûn ji Mêrdînê û Cizîrê hatin bûn." Cihan got ku ew ji bo bavê xwe ji nava destê wan rizgarke çu lê li wê jî xistin û wiha dewam kir: “Bi ser de jî fotrafê me digirtin û digotin 'Em we sax nahêlin.'”

Sêvê Teper jî diyar kir ku berî niha HUDA-PAR’ê xebatên xwe kiriye wan dengê xwe ji wan re nekirine û berî vê bûyerê bi 20 rojan hatine devê derî gef li wan xwarine û wiha axivî: "Disa ev Şerif û penc kes bi çekan hatibûn û wiha gotin ‘Em HUDA-PAR’ın em kesekê ne li ser vê fikrêbin qebul nakin.’ Ji Nezîr re gotin ‘Li van deveran Apoci nemane’ Nezîr jî wan re got 'Nebabin bila nemînin çima hun tên devê derê min.' Bi satoran li serê Sedat xistin, Nezîr çu ji bo wî xelas bike li wî jî xistin. Keça min çu li wê jî xistin. Me nizanîbû ka em çawa xwe xelaskin.”

Sêvê got ku hatine ji wan re gotine 'Çima hûn di reqisin şehîdê me hene' û wiha pêde çu: "Behsa kesên HUDA-PAR’ê ku li Cizîrê hatin kuştin qest dikirin me jî got qey çi işê me bi wan heye qêy me wan kuştiye.” Sêvê bi lêv kir ku ji bo xwe ji êrişan bi parêzin ketine hundirê malê lê endamê Huda-Par’ê bi ser diwarde xwe avêtine û hatine hundir.

(ma/zt)