Hat îdiakirin ku li Şaxê Bilnaz Mantaş di avê de windabû
11:57
Gulan
31
/ 2015
JINHA
WAN - Hat îdiakirin ku dema Bilnaz Mantaş li Şaxê tişt dişişt di avê de winda bû, ji bo dîtina wê ekîbên rizgariyê digerin.
Bilnaz Mantaş a 52 salî ku li Taxa Berxo ya Şaxa Wanê dijî ji bo şiştina tiştan duh di saetên nîvro de ketiye avê. Ji duh ve komên rizgarkirinê lêdigerin lê heya niha hîna ti agahî jê nehatiye girtin. Hîna lêgerîn berdewam dike.
(zt)
