Li Farqînê HUDA-PAR'ê êrîşî buroya hilbijartinê ya jinên HDP'ê kir

15:28

JINHA

AMED - Li Farqîna Amedê HUDA-PAR'ê êrîşî Buroya Hilbijartinê ya Jinên HDP'ê kir. Esnafên derdorê û welatiyan bertek nîşanî êrîşkaran dan. Li navçeyê rageşî berdewame.

HUDA-PAR'ê êrîşî Buroya Hilbijartinê ya Jinên HDP'ê ku ji aliyê KJA yê ve hatî vekirin kirin. Li gorî agahiyan HUDA-PAR'ê bi wasayîta xwe ya hilbijartinê êrîşî buroyê kir û hemû camên wê anîn xwarê. Esnafên derdorê û welatiyan bertek nîşanî êrîşkaran dan. Ji bînayên derdorê çî bi destê welatiyan diket di avêtin êrîşkaran.

Li navçeyê rageşî berdewame.

(zt)