Di şewata li Navenda Tenduristiyê derket de hijmara miriyan gihişt 28'an
13:37
JINHA
QAMIŞLO – Hejmara welatiyên ku di şewata navenda tenduristiyê de jiyana xwe ji dest dane derket 28’an.
Li Navenda Tenduristiyê ya Taxa Meyselun a Qamişlo, duh ji ber cereyê gazê yên li mitbexê şewat derketibû. Di encama şewata mezin ku tevahiya avahiyê girtibû de, li gorî agahiyên destpêke yên Wezareta Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê 23 kesan jiyana xwe ji dest da. Di nava kesên jiyana xwe ji dest dane 9 zarok û 13 jin jî hene. Li gorî agahiyên dawî yên rayedarên tenduristiyê, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, derketiye 28 kesan.
Piştî şewatê gelek malbatan cenazeyên zarokên xwe ji nexweşxaneyan wergirtin û li goristanên li bajar defin kirin. Her wiha li gelek taxên bajar jî konên sersaxiyê hatine vedan.
(zt)
