‘Ji bo tenê yek peyva tirkî neaxive wê lenat li xwe anîbû’

16:07

 


Zehra DOGAN - JINHA 


DÊRSÎM – Biraziya Seyît Riza Menşure Dogan, diyar kir ku ji dema surguniyê heta niha pîrika wê qet tirkî neaxiviye. Menşure Dogan got, ‘Pîrika min ji bo ku tenê peyvek tirkî jî ne axive lenet li xwe kiribû. Ji me re digot ‘Em ji cih û warê xwe kirin. Lê ew nikarin me ji çand û zimanê xwe bikin’’


 


Neviya Seyît Riza Zelîha Polat, destnîşan kir ku di baweriya elewiyan de cihê jinan gelek girîng û aştiyane ye. Zelîha, balê dikişîne ku di dema Berxwedana Dêrsîmê de jinan pêşengî kiriye û da zanîn ku di nava civaka elewiyan de ev 70 sale jin û mêr, .bi avayekî wekhev di nava heman cemaetê de cih digirin. Zelîha ji bo vê wekheviya jin û mêran, pêşengên Berxwedena Koçgiriyê Zarîfe û Elîşêr wekî mînak da nîşandan ev tişt lê zêde kir: “Zarife jinek egît û zîrek bû. Bi hevserê xwe re dest avêt çekê û tevli şer bû.”


 ‘Ez neçarbûn li ser piyan bimînim’


Biraziya Seyît Riza Menşure Dogan, dibêje ku cihê jinan di nava civaka elewiyan de gelek girîng e û wiha pêde çû: “Pîrika min di sed deh saliya xwe de wefat kir. Hevser û zarokên wê di 38’an de hatin kuştin. Piştî apê wê Seyîd Riza jî hat kuştin wekî malbat her tim xwe veşartin. Ji malbata pîrika min tu kes nemaye. Ya bi sunguyan hatine kuştin, an jî dane ber bombeyan yan jî hatine darvekiri. Gundiyan malbata me xwe kirine. Piştî efû derketiye malbata me û pîrika min şandine surguniyê. Li gel ku pîrika min ji van deran dûr jî bû her tim xwe disipart ziyaretên me. Gazinc û hawara xwe digihijand Ana Fatmayê û dua dikir. Wê di duayên xwe de ji xweda re wiha digot ‘Her dû destên min wê di pêsîra te de be. Ez dê hesaba van tiştan bipirsim. Te çima ev tişt anîn serê me’. Dema em mezin bûn, pîrika min hemû tişt ji me re vegot. Me jê digot, ‘Dilê te wekî kevire. Li gel ev qas êşan tu çewa li piyan mayî. Wê jî digot ‘Bêdeng bibin! Ji bo ez malbatê bihewînim neçarbûm li ser piya bimînim.”


‘Ji bo tirkî neaxive lenat li zimanê xwe anî!’


Menşûre, di berdewamê de anî ziman ku pîrika wê li gel ku tirkî dizanî jî qet nediaxivî û wiha domand: “Ji bo tenê yek peyva tirkî neaxive wê lenat li xwe anîbû. Pîrika min her tim wiha diaxivi ‘Wan em ji warê xwe kir. Lê nikarin me ji ziman û çanda xwe bikin’.”


 ‘Hûn tirkiniya xwe ji bîr bikin, em jî wê kurdiniya xwe ji bîr bikin!’


Menşure, bilêv kir ku pîrika wê her tim ji bo kurdî biaxivin şîret li wan dikir û wiha axivî: “Pîrika min li gel vê ne dixwest bi tirkan re jî zewac bê çêkirin. Her tim li hemberî vê tevdigeriya.” Menşure têkildarî nîqaşên li ser nijadê jî ev tişt anîn ziman: “Ez ji kesên ku dibêjin ‘Kurd-Tirk çi ferq dike’ re dixwazim tiştek bêjim. Bila ew tirkiniya xwe ji bîr bikin em jî wê demê amade ne ku kurdiniya xwe ji bîr bikin. Lê em dizanin ew vê qebûl nakin. Başe em çima qebûl bikin. Ez dixwazim nivşên nû di nava wekheviyê de li gor nijad û baweriya xwe bi avayekî azad bijîn.”


Foto-Kamera: Zehra DOGAN


 


(zd/gk/hp)