TJKE: Erdogan carekdinê dijminiya xwe ya li hember jinan nîşan da

10:46

NÛÇE

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - TJKE’ê têkildarî Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku li Îdirê heqeret li jinên ku ew protesto kiribûn, kiri daxuyanî da û got: “Erdogan careke din dijminahiya xwe ya li dijî jinan û gelan nîşan daye.”

Tevgera Jinên Kurd ên li Ewropayê (TKJE) ê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku Erdogan li ser gelên Tirkiyeyê ne ‘Serokomar’, wek belayekê sekiniye û Erdogan careke din dijminahiya xwe ya li dijî jin û gelan nîşan daye û wiha domand: “Erdogan li Îdirê beşdarî merasîma vekirinê bûye. Li dijî jinên ku ew protesto kirine, heqeret kir û ev gotin ji aliyê mirovên bi rumet û terbiye nayên vegotin. Ev nîşaneya ku hêrsa desthilatdariyê, mirovan çiqas dixîne nîşan dide. Erdogan bi van gotinên xwe yên li dijî jinan, polîtîkayên faşîzan û dîktator dimeşîne. Li Îdirê li jinên ku helwesta xwe ya demokratîk danîne holê, gotinên bê terbiye gotiye û ev gotin ne tenê li jinan li hemû gelan hatiye kirin."

Di daxuyaniyê de balhat kişandina ser hişmendiya heyî û wiha berdewam kir: "Ev zîhniyeta Erdogan her roj tîne ziman, tecawiz û tacîza li ser jinan didomîne, jinan dide qetilkirin. Ev ziman û serê çanda tecawizê ye. Ji bo ev zîhniyeta ku jinê wek mirov nabîne û tenê wek meta zayendî digire dest, ji holê bê rakirin, peywir dikeve ser milê hemû kesên ku ji xwe re dibêjin em demokratin. Xuyaye ku Erdoganê ku serkêşiya vê zîhniyet û van gotinan dike, nekare gelên Tirkiyeyê temsîl bike. Erdoganê ku di şexsê HDP’ê de hêza gelan û jinan a mezin bûye dîtiye, çavosor bûye. Divê Erdogan û siyaseta ku wî temsîl dike têk biçe. Hilbijartinên 7’ê Hezîranê navê vê ye. Bersiva herî xweş ya ku ji bo wî bê dayîn eve ku divê jin û gel sekna azad û hêza xwe zêdetir xurt bike.

Dîsa bersiva herî xurt wê jin bide vê zîhniyetê. Wê nêrîn, îrade, beden û jiyana jinê ji vê zîhniyet û xwediyên vê zîhniyetê azad bike. Wê rê nedin dîktator û faşîzmê. Jinên Kurd û Tirk wê bi hev re û di nava yekîtiyê de bin. Wê tenê gotinên Erdogan şermezar nekekin, li her derê tevgera jinê bi hev re înşa bikin.”

(zt)