Li Erzurumê xwestin welatiyên di hindirê minîbusê de bişewitînin

14:47

JINHA

ERZURUM - Li Erzîromê, êrîşa faşîstan a li hemberî HDP'yiyên beşdarî mîtînga li Meydana Stasyonê bûn, ku danê sibehê destpê kir hînê dewam dike.

Koma faşîstan a ji 3-4 hezar kesî ku dor li meydanê girtin, bi ti awayî li mudaxleya polîsan rast nayên. Polîs bombeyên gazê di avêjin cihê vala. Êrîşkar jî bi hêsanî dest bi şewitandina beşdarên mîtîngê kirin.

Ji ber êrîşa faşîstan mînîbusek bi temamî şewitî. Êrîşkar hewl didin du wesayîtên din jî bişewitînin.

(zt)