Midûrê Yurda Xwendekaran a Ziya Gokalpê: Bûyera destdirêjiyê zimandirêjiya yên di wesayîtan de ye

18:59

 


Nuran AKTAŞ / Zehra DOGAN


AMED – Têkildarî îdîaya destdirêjî (tecawiz) û destavêtinê (tacîz) a li ser rêya Yurda Xwendekaran a Ziya Gokalpê, Midûr Ramazan Akhan got “Bûyera destdirêjiyê, tenê zimandirêjiya yên di wesayîtan de ye,” xwendekarên jin, fikarên xwe bi gotinên “Em ditirsin. Çend hevalên me xwestin xwe bikujin. Malbatên me bibhîzin, dê me ji dibistanê bigirin" vegotin. Cîgira Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Hafîze Îpek, banga “Netirsin. Bûyerê bibin dadgehan. Bêdengiya me, dê van bûyeran zêde bike” kir.


 


Bûyera ‘destdirêjî’ û ‘destavêtinê’ ya hate îdîakirin li ser rêya Yurda Xwendekaran a Ziya Gokalpê ya girêdayî Midûriyeta Giştî ya Saziya Kredî û Yurdan a Hîndekariyabilind (YURT-KUR) e pêk hat, bi bûyera ku JINHA’yê bi nûçeya lezgîn ragihand, di rojeva Tirkiyê de cih girt. Xwendekarên jin ku nexwestin navê xwe aşkera bikin, nêrîn, tirs, fikar û hêviyên xwe bi me re parve kirin. Xwendekaran diyar kir ku gelek caran pirsgirêkên xwe anîne ziman, lê çareserî pêk nehatiye. Hate îdîakirin ku yek ji xwendekarên jin ên rastî destdirêjiyê hatine, teşebusî xwekuştinê kiriye. Komeleyên jinan xwestin ku bûyer here rojeva darazê. Xwendekarên ku rastî destdirêjiyê hatine û nexwestin nasnameya wan bê aşkerakirin, hê daxwazek bi vî rengî, nekirine. Xwendekara jin a bi navê R, anî ziman ku rawestgeha otobusan dûrî yurdê ye û ew der nepenî ye. R, anî ziman ku ji ber vê yekê ev bi salan e pirsgirêkên xwendekaran berdewam dikin û wiha got: “Em ji bo perwerdehiyê ji malbatên xwe dûr in. Lê li yurdê ewlehiya me tuneye. Em li ser rêya yurdê hema bêje her roj rastî destdirêjiya bi gotinan tên. Piştî vê bûyera destavêtinê ya ku pêk hat jî, em hemû gelek bi fikar in. Şert û mercên yurdê pir xirab in. Di hundirê yurdê de jî, li derveyê yurdê jî, ewlehiya me tuneye. Em ji bo xwendinê li vir in. Lê ewlehiya jiyana me tuneye. 2 hevalên me ji ber yurdê hatin revandin û rastî destavêtinê hatin.” R ya ku me têkildarî zêdebûna bûyerên destavêtin û destdirêjiyê pê re hevdîtin çêkir, da zanîn ku pirsgirêkên xwe ji rektoriyê re ragihandine, lê li ber çav nehatine girtin.


  ‘Ewlehiya me tuneye’


 R, diyar kir ku hemû rayedarên li pirsgirêkên wan guhdarî kirine, ji wan re gotine ‘berpirsyarî ne aydî me ye’. R, destnîşan kir ku êvarê vegera ji dibistanê, ji bo xwendekarên jin dibe ‘demên tirsê’. R, da zanîn ku destavêtina li hemberî hevalên wan, bûye bûyera dawî ya ku sebra wan xilas kiriye. R, gotinên xwe wiha domand:


 “Dema me bihîst ku hevalên me di rêya navbera rawestgehê û yurdê de bi wesayîtê hatine revandin û rastî destavêtinê hatine, tesîreke mezin li me kir. Nasnameyên wan aşkera nakin û nahêlin ku bi tu kesan re hevdîtin çêkin. Lê pirsgirêk ne nasnameya wan e. Ne girîng e ku ev kî ne. Ev were serê kê jî, nikare vêya aşkera bike. Temenê me hemûyan diyar e. Em ji bo perwerdehiyê hatine û ev tiştên ku em dijîn, pir xirab in. Mirov bi gotina destdirêjiyê jî dikeve depresyonê, ne ku ev destdirêjî be. Piştî bûyerê, heval çûne bi midûriyeta yurdê re axivîne.  Wan jî gotiye ‘normal e’. Gotine ‘Normal e ku li cihên wiha rastî bûyerên wiha bên’. Bila hemû kes bizanibin ku ‘Jin jiyan e’. Bê jinê, civak nabe. Pêwîst e ku civak vêya bibhîze. Malbat, zarokên xwe ji bo ewlehiya wan dişînin yurdan. Lê mixabin ne li yurdê, ne jî li herêmê, ev ewlehî pêk nayê.”


 ‘Çend kes dibêjin ezê dev ji dibistanê berdim’


 Xwendekara bi navê B jî, îdîa kir ku rêveberên yurdê bi gotinên ‘em ê we ji yurdê bavêjin’ û ‘em ê bûrsên we bibirin’, gef li xwendekarên jin ên rastî destdirêjî û destavêtinê hatine, kirine. B wiha got: “Ji van tirsan, em newêrin nav û wêneyên xwe aşkera bidin.” B, anî ziman ku piştî li Zanîngeha Dîcleyê qeyda xwe çêkiriye, ji ber ku debara malbata wê nabe, di yurdê de bicih bûye. B, diyar kir ku gelek xwendekar jî wek wê ne, lewma digel şertên ‘xirab’ ên yurdê jî, neçar in ku li yurdê bimînin. B, anî ziman ku hema bêje her roj li ser rêya yurdê rastî destavêtinê tên, li ber xwe dane, lê bûyera ‘destdirêjiyê’ sebra wan xilas kiriye. B, îdîa kir ku îdareya Zanîngeha Dîcleyê hewl didin bûyera destdirêjiyê veşêrin û ser bûyere bigirin. B, ev tişt gotin: “Rêveberiya zanîngehê û yurdê, divê demek ji ya din zûtir servîs peyda bikin. Gelek hevdîtinên me, bê encam man. Em di wê baweriyê de ne ku heta em çalakî li dar nexin, em ê nikaribin encameke bistînin. Destavêtin û destdirêjiya li hemberî xwendekarên jin, ji ber pirsgirêka çûyîn û hatina wan, di berpirsyariya YURTKUR’ê û Rektoriyê de ye. Tiştê ku divê ew bikin, çareserkirina vê pirsgirêkê û peydakirina ewlehiyê ye.” R, da zanîn ku dê çalakiyên xwe bidomînin û wiha pê de çû:


 “Piraniya yurdê, jin e.Em ditirsin. Hevalênme yên ku êvarê perwerdehî dibînin hene. Em êvarê nikarin derkevin derve. Em şermok tevdigerin. Em azad nînin. Çend hevalên me, gotin em ê dev ji dibistanê berdin. Malbatên me bibhîzin, dê me ji dibistanê bigirin û dê perwerdehiya me kêm bimîne. Em ji bo perwerdehiyê li vir in. Ev tişt me pir ditirsînin. Divê demeke ji ya din zûtir, çareseriyek bê dîtin.”


 ‘Bûyer ji bo reşkirinê ye’


 Me têkildarî îdîayên ‘destavêtin û destdirêjiyê’, bi Midûrê Yurda Xwendekaran a Ziya Gokalpê ya girêdayî YURTKUR’ê Ramazan Akhan re hevdîtin çêkir. Akhan, diyar kir ku bûyera destavêtinê tuneye, çend xwendekarên li yurdê dimînin ‘ji ber xwe’ tiştan gotine, lewma wê şevê meş hatiye lidarxistin. Akhan, da zanîn ku ekîbên girêdayî Midûriyeta Ewlehiya Amedê têkildarî bûyerê hatine yurdê û got ku di vê mijarê de hê kesek gilî nekiriye. Akhan, ragihand ku dema bûyereke wiha biqewime, dê ji Midûriyeta Ewlehiyê re bê gilîkirin û wiha domand:


 “Tu xwendekarek jî, ji bo gilîkirinê serî li polîsan nedaye. Bûyerên ‘reşkirinê’ yên bi vî rengî, li her zanîngehek çêdibin. Em di aliyê ewlehiyê de pir hesas in. Me lîsteya servîsan ji şaredariyê girt, li panoya yurdê daleqand û ji hemû xwendekaran re ragihand. Lê di navbera zanîngehê û yurdê de ronîkirin kêm e, me ji bo ronîkirinê jî serî li wan da. Em rastî bûyera destavêtinê nehatine. Bûyera destavêtinê jî, tenê yên ku di wesayîtan de ne û dem adi ber yurdê re derbas dibin, dev davêjin xwendekaan. Mirov nikare pêşî li vêya jî bigre. Dema mirov li navenda bajêr dimeşe jî, tiştên wiha tên serê her mirovek jî.”


 ‘Di berpirsyariya şaredariyê de ye’


 Sekreterê Giştî yê Zanîngeha Dîcleyê Sabrî Îyîgun ê ku me têkildarî mijarê pê re hevdîtin çêkir jî, bi gotinên “Di serî de ez wekî bavek, bûyera destavêtin û destdirêjiyê ku qewimiye, bi tundî şermezar dikim” dest bi gotinên xwe kir. Îyîgun, anî ziman ku di mijara ewlehiya zanîngeh û yurdê de gelek baldar in û îdîa kir ku cihê bûyer lê qewimiye, li derveyê qada wan e. Îyîgun anî ziman ku nikarin li cihekî di bin berpirsyariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de sererastkirinan çêkin û wiha pê de çû:


“Me saleke beriya niha, têkildarî vê mijarê, bi şaredariyê re hevdîtin çêkir. Me xwest ku êvaran piştî saet 9’an, xwendekaran heta ber deriyê yurdê bibin. Lê wan di bersiva xwe de got ku nikarin rêya xwe biguherînin. Dîsa, ji ber ku rêya yurdê tarî ye, me ji şaredariyê xwest ku ronî bike. Lê nebû. Piştî ku mijara destavêtinê hat rojevê, me hejmara rînga ewlehiyê ku yek bû, kir du. Me ji erkdarên xwe yên ewlehiyê re got ku li daketina zanîngehê, ji bilî otomobîl û wesayîtên din nesekinin, ev qedexe ye. Ji bo ku bûyerên wiha neqewimin, me ewlehiya li zanîngehê, zêe kir. Sîstemên ronîkirinê hatin xurtkirin û hejmara dewriyeyan hat zêdekirin. Niha jî, em ê bi şaredarî û walîtiyê re, dîsa têkildarî mijarê hevdîtinan çêkin. Em ê vê pirsgirêkê çareser bikin. Her wiha divê mirov diyar bike ku, Yurda Ziya Gokalpê, girêdayî zanîngeha me nîne.”


 ‘Îdîa ne rast in, qad aydî zanîngehê ye’


 Li ser nirxandinên Sekreterê Giştî yê Zanîngeha Dîcleyê Sabrî Îyîgun, ên wekî ‘ji ber ku rêya yurdê di qada Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de ye, em nikarin tiştekî bikin. Serlêdanên me bê encam man’, me bi Cîgira Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Hafîze Îpek re hevdîtin çêkir. Îpek, diyar kir ku Rektoriya zanîngehê serî li wan nedaye û wiha got: “Me hevnivîsên bi Rektoriyê re çêbûne, lêkolîn kir. Di nav saleke dawî de, tu hevnivîseke têkildarî mijarê, çênebûye. Di qada me de nîne, lê dîsa jî şaredariya me alîkariya hewce dike, bi zêdeyî kiriye. Ji wê qadê bigre, heta Zanîngeha Dîcleyê, bi tevahî aydî wan e. Lê me rawestgehên xwe çêkirin. Her roj, ji serê sibê, heta saet 10’ê êvarê, her wiha, bişev heta saet 12’an, otobusên me yên taybet ên gel, diçin û tên. Têkildarî mijarê em bi tu awayî nehatine agahdarkirin.” Îpek, têkildarî daxwaza ronîkirinê ya ku zanîngeh îdîa dike ji şaredariyê kiriye jî, ev tişt gotin:


"Ronîkirina hundir û derve, bi tevahî erka wan e. Divê wan ev berpirsyarî girtibana ser xwe. Em vê tewanbariyê qebûl nakin. Ji me kasîs xwestin, me ji bo nava rojê ji wan re kasîs çêkirin. Her wiha me flaşorên ku bişev ronî dikin jî danîn. Aydî me nîne, lê dîsa jî me peyarêyên wê riyê jî çêkir. Salên borî, di navbera zanîngehê û Diyar Gazê de pirsgirêk qewimîn. Ji Diyar Gazê re gotin ‘Ev herêm bi tevahî aydî me ye. Hûn nikarin xeta lûleyan ji vê derê de raxin’ û saleke, mijûl kirin. Ger ku wê demê ew herêm aydî wan bû, çima niha lê xwedî dernakevin?”


 ‘Bêdengiya me, dê van bûyeran zêde bike’


Îpek, anî ziman ku ev bûyera destavêtin û destdirêjiyê bûyereke gelek qirêj e û diyar kir ku berpirsyar, divê tavilê bêne cezakirin. Îpek, têkildarî îdîayên Midûriyeta Yurdê, yên wekî ‘bûyerek wiha tuneye’ jî, ev tişt gotin: “Jineke, bi tu awayî bêbextiyeke wiha li xwe nake. Em ji ber feodalîteya xwe, naxwazin ku bûyerek wiha bînin bîra xwe jî. Kî dê çawa hesabê wê psîkolojiyê û wan tiştên qewimîne bide? Ez wekî jineke, bang li hevalên xwe yên jin ku ev bûyera destavêtin û destdirêjiyê hatiye serê wan û hêj serîlêdana hiqûqî pêk neanîne, dikim. Netirsin, wêrek bin. Bi ser vê bûyerê de herin. Bibin darazê. Bêdengiya me, dê van bûyeran zêde bike. Em wekî jin, dixwazin ku êdî ji civaka baviksalar xilas bibin û êdî azad bibin.”


Li ser navê komeleyên jinan ên li Amedê ku diyar kirin dê tevlî vê mijarê bibin jî, rêvebera SELÎS’ê Ruşen Seydaoglu nêrîna xwe bi me re parve kir. Seydaoglu wiha got: “Em bi hesasiyeta vê rewşê dizanin. Em ê vê mijarê bişopînin. Bi tevahî di bin berpirsyariya Rektoriyê de ye. Em ê têkildarî mijarê, bi Rektoriyê re hevdîtin çêkin. Em ê nehêlin ku wekî bûyerên berê ser vê mijarê jî bê girtin.”


Kamera: Zehra DOGAN


Fotograf: Nuran AKTAŞ


(na-zd/hp/xo)