Selahattin Demirtaş: Emê nekevin ti xefikan

19:38

JINHA

AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin êrîşên li hemberî mîtînga HDP'ê ya Amedê nirxand û diyar kir ku divê li Amedê kes neyên provakasyonan û nekevin xefikê.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş beşdarî Televizyona Med Nûçe bû û êrîşên li hemberî mîtînga HDP'ê ya Amedê nirxand. Selhahattin da zanîn ku li qadê du êrîşên cuda pêk hatine û wiha got: "Provokasyon lî pey hev berdewam dikin. Em hemû provokasyonên qirêj ên ji bo HDP'ê dibin bendê de bihêlinin dibînin. Armanc ew bû kul i qadê teqîn pêk bînin û pevçûnan li hemû bajar belav bikin. Em bang li ciwanan û gel dikin ku xwe ji kolanan vekişînin û bên ber avahiya DBP'ê ya bajar. Bila hevalên me pir bi baldar bin. Bîla tu provakasyon neyên jiyîn. Emê xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam bikin."

(zt)