Ji Elmanya û Rusyayê bertekên li hember êrîşa bombayî
12:02
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga Amedê li gelek navendên Elmanyayê û Rusyayê wê bi girseyê bên şermezarkirin.
NAV-DEM a daxuyaniyeke nivîskî weşand banga, “Ji bo xwedîderketina li HDP’ê ber bi çalakiya demokratîk” kir. NAV DEM çalakî şermezar kir û got: “Em şehîdên xwe bibîr tînin, ji birîndaran re şifayê dixwazin. Pêwîst e gelê me li hember vê êrîşa xeter bê deng nemîne. Li her bajarê lê gelê Kurd, dostên wan, tevayî derdorên demokratîk çalakiyên xwe yên demokratîk û aştiyane nîşan bidin.
Dîsa em bang li tevayî pêkhate û aktîvîstên HDP’ê yên li Elmanyayê dikin ku her du rojên dawî hê zêdetir bixebitin, xizm û nasên xwe yên li welêt îqna bikin da ku deng bidin HDP’ê, ji bo wan îqna bikin ku ji bo HDP’ê bixebitin û bi armanca parastina sindoqan ji bo bibin muşahîd wan îqna bikin hewldanên xwe derxin asta herî jor. Bersiva herî baş a li hember van êrîşên AKP’ê wê xebata me ya rêxistinkirî be.”
Li Rusyayê jinên kurd êrîş şermezar kirin
Organîzasyona Jinan a Kurd a Viyan a Moskowa êrîşa li dijî mîtînga HDP’ê ya Amedê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êrîşek plan kiriye û wiha hat gotin: “Em ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Hîna travmaya windahiya Erziromê derbas nebibû, ev bûyer qewimî. Êşa me mezintir bû. Em bi şerê taybet yê Erdogan li dijî gelê me daye destpêkirin re, hatine rû hev. Polîtîkayên înkar û tinekirinê yên li dijî gelê me bi salan tê meşandin, didome. Weke me li Erziromê jî dîtiye hikûmeta AKP’ê, Tirkiye veguheriye dewleta DAIŞ’ê. Ev du hefte ye li dijî HDP û gelê me êrîşên hovane pêk tên.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi desteka desthilatdariya siyasî hêzên tarî dikin dewrê û xebatên HDP’ê tên astengkirin û wiha hate berdewam kirin: “Berpirsê van êrîşan Erdogan, serokkomar û hikûmeta AKP’ê ye. Di hemû axaftinên xwe de HDP’ê nîşan didin û hilberîna wan a nû bûyera li Amedê ye. Di dîroka Kurdan de ti komkujî ne tesaduf e. Hemû plankirî ne. Bila her kes vê baş bizane ku gelê me wê di sindoqan de hesabê vê bipirse. Em ê teqez qezenç bikin. Em vê êrîşê bi nefret şermezar dikin û banga bilindkirina xweparastinê dikin.”
(zt)
