Sûlava Kehê bi xweşiya xwe çavê mirovan tije dike

10:42

 


Hamdiye ÇÎFTÇÎ – JINHA


COLEMÊRG – Li Colemêrgê, Sûlava Kehê ku ji 60 metre bilindahiyê ji girên qontara Çiyayê Simbilê diherike, rojên xweş ji mêvanên xwe re dide jiyandin.


Sûlava Kehê ku 30 metre ji navenda bajarê Colemêrgê dûr e, ligel germahiya zêde ji mêvanên xwe re hênikahiya biharê dide jiyandin, menzereyeke bêhempa pêşkeş dike.


Hemwelatiya bi navê Gûlê Dayan ku ji Gûndê Kehê ye, diyar kir ku divê van xweşikbûnên xwezayî ji tûrîzmê re bidin qezanckirin, divê danasînek baş bê kirin. Gûlê, wiha got: “Her sal bi sedan kes tene vir, dixwazin sûlavê bibîn in. Divê kes ji vê xweşikbûnê bêpar nemîn e. Em bang li herkesî dikin werin xweşikbûna Sûlava Kehê bibîn in.”


Sabriye Kaya ku ji kesên hatine ji bo dîtina sûlavê, diyar kir ku ew li hemberê xweşikbûna sûlavê mest bûye. Sabriye, wiha got: “Ez xwe li vir bi xwezayê re yek dibîn im. Di vê axa Mezopotamyayê de hêj jî gelek xweşikbûnên veşartî nehatine kifşkirin. Sûlava Kehê jî, xelateke ku dereng hatiye kifşkirin e.”


 


Wêne: Hamdiye ÇÎFTÇÎ


 (hç/gk/hp)