Li Xorasanê hevserokê HDP a navçeyê hat darb kirin
17:10
JINHA
ERZIROM - Hevserokê HDP'ê yê navçeya Xoresanê Nurî Aydin û Mustafa Polat ê HDP yî ji aliyê xizmên Şaredarê AKP'ê Kadir Aydin ve hatin darbkirin.
Hevserokê HDP'ê yê navçeya Xoresanê Nurî Aydin û Mustafa Polat ê HDP yî dema ku ji bo deng danê çun Taxa Yelli Baba ya navçeya Xoresanê ji aliyê komek 15 kesan yên xizmên Şaredarê AKP'ê Kadir Aydin ve hatin darbkirin. Nurî Aydin diyar kir ku ew rastî gotinên weke 'Tu terorîstê nikarê li vêderê deng bixebitîne.' hat û got: "Li gel Mustafa Polat ji bo dengdanê em çun gundê Yelli Baba. Li wêderê xizmên Şaredarê AKP'ê yê Xoresanê Kadir Aydin êrîşî me kirin."
Di dema êrîşê de Nurî Aydin û Mustafa Polat ji gelek cihên laşê xwe birîndarbûn.
(zt)
