Ji ber îstismara zayendî li zaroka keç kirine 30 kes hatin binçavkirin

11:03

JINHA

EDENE - Ji ber îdiaya îstismar li zaroka keç ya 14 salî kirine 30 kes li Yumurtalik ê hatin binçavkirin.

Li navçeya Yumurtalikê ya Edeneyê di lêkolîna malbata zaroka keç ya 14 salî de derket holê ku di mala kesên bi navê Î. Ş û N. R yên li heman navçeyê dijîn dene. Dema ku malbat ji bo girtina zaroka xwe çun malê rastî bersiva ne li vêderê ye hatin. Dema ku malbat ji wan bi guman bû di derbarê wan de gilî kirin dema ku dê her du kes reviyabana hatin binçavkirin.

Î. Ş û N. R yên hatin binçavkirin dema sewqî dadgehê hatin kirin hatin girtin. Ser îfada zaroka 14 salî ji îstismara zayendî 30 kes hatin binçavkirin. Lêpirsîna her 30 kesan li Eminiyeta Yumurtalikê berdewam dike.

(zt)