Komeleya Dar Danîn a Amedê, ji bo Amede kêşînahî dixebite

16:02

 


Hulya ADIYAMAN – JINHA


AMED –Ji rêveberên Komeleya Dar Danîna Amedê Arîn Dogan, diyar kir ku piştevanên komeleyê her çiqas diçezêde dibin. Arîn, anî ziman ku ew dixwazin piştevanên wan tevlîxebatên wan bibin û ji bo şînahiya Amedê bi wan re darekê biçîkîne.


Komeleya Dar DanînaAmedê (DADER) di 2010’an de li hemberê santralên hidroelektrik, pêşî lêgirtina şewata daristanan, daristankirina qadên hişkayî û hîstiyari ya derdorê di raya giştî de pêk bînin, hate ava kirin. Komele, bi dibistanên navçeyên navenda Amedê li Daristana Aştî ya aîdê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi xwendekarên dibistanên gelek gund, şaredariyên Farqîn û Bismilê re xebatên danîna şitlan pêk hat. Komele bi tevahî 7 hezar dar çikiland. Armanca komeleyê ew e ku milyonek şitilên darê biçikilîn e.


‘Em li benda dildara ne’


Komeleya ku ji sala 2010’an ve hatiye ava kirin heta niha xwe gihiştandiya 300 avktîvîstên dildar. Serokê Lîjneya Rêveberiya Komeleyê Guner Yanliç, anî ziman ku eleqeya ji komeleyê re tenê bi pîrozkirinê re bi sînor dimîne û ew negihiştine asta ku dixwestin. Ji rêveberên DADER’ê Arîn Dogan jî, diyar kir ku li gel her roja diçe hejmara endamên wan zêde dibin ew negihiştine armanca xwe.


Bi Ajansa Nûçeyan a Jin re xebata hevpar


Arîn, da zanîn ku ew wek DADER, di 5’ê Cotmehê Roja Mamosteyên Kedkar a Cîhanê de bi mamoste û xwendekaran re, di 3’ê kanûna Roja Astengdar a Cîhanê de bi astengdaran re projeya dar çikilandinê pêk bîn in. Arîn, destnîşan kir kudi 8 Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de bijin û Ajansa Nûçeyan a Jin re xebateke hevpar pêk bînin. Arîn, diyar kir ku ew dê dirojên Hefteya Daristanê, Roja Ava Cîhanê, Roja Derdorê de çalakî pêk bînin. Arîn, wiha got: “Projeya herî mezin a komeleyê ya îsal projeya Bajêra Daristan ku tê bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re ya di meha Îlonê de pêk wêre ye.  Em dê bi projeya bi navê ‘Milyonek şitil li benda çikilandinê ye’ milyonek dar biçikilîn in.


 


Yên dixwazin komeleyê bişopînin û yê bixwazin bi dildarî beşdarê bernameyan bibin, di Facebookê di rûpela “Diyarbakir Ağaçlandırma Derneği” de dikarin xwe bigihijîn in komeleyê. Serokê Lîjneya Rêveberiya Komeleyê Guner Yanliç, diyar kir ku ew li benda herkesî ne ku bi dildarî beşdarê xebatên komeleyê bibin. Guner, ev tişt gotin: “Em, ji bi lîpîrozkirina mirovan, em bi wan mirovan re bixebit im. Çiqas beşdar bûn pêk were, dê ewqas hişmendî çê be.”


Wêne-Kamera: Bahar Cîrasûn


(ha/gk/hp)