Gumanbarê êrîşa bombayî hat girtin

10:30

JINHA

AMED - Bi îdiaya êrîşa bombayi ya mitînga HDP'ê ya Amedê kiriye O. G hat binçavkirin.

Bi îdiaya êrîşa bombayi ya mitînga HDP'ê ya Meydana Îstasyonê di 5'ê Hezîranê de O. G kiriye hat binçav kirin. Di dîmenên qemereyan de hat dîtin ku êrîşa bombayi ya ku têde 45 kesan jiyana xwe ji dest dane O. G kiriye. Emniyeta Muduriya Amedê O. G girt bin çavan. Piştî lêpirsîna O. G qediya sewqî dadgehê kirin. Piştî îfada dozgeriyê derxistin dadgeha nobedar jî bi sucdariya "bi qestî qetilkirinê û endambûna rêxistina terorê" girtin û şandin girtîgehê.

(zt)