Li Amedê kesek dinê jî giran birîndar kirin

10:35

JINHA

AMED -Li Amedê komên kontra yên çedar li ber çavê polîsan êrîş li welatiyan kir û welatiyekî din ê bi navê Fetîh Cinakilli bi giranî birîndar kirin.

Piştî duh Serokê Yenî ÎHYA-DER'ê Aytaç Baran hat kuştin komên kontra yên çekdar li navenda Amedê raste rastî êrîş li welatiyan kir. Komên kontre piştî li Semta Şehîtlikê li ber çavê polîsan welatî qetil kirin li navenda bajar welatiyekî din birîndar kirin. Komên kontre yên Bayram Dagtan, Bayram Ozelçî û Emîn Ensen qetil kirin şevê din seat di 01.00'an de jî Fatîh Cinakilli jî bi giranî birîndar kirin. Cinakilli li navçeya Surê li ber firinê rastî êrîşa çekdarî hat û rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Hate ragihandin rewşa cidiye.

(zt)