Selahattîn Demîrtaş: Hin kes ji bo derxistina şerê navxweyî ketine tevgerê
12:55
JINHA
ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li dijî provokasyona Amedê bi tundî nerazîbûn nîşan da û wekî "Bê sewîyetî û nemerdî" bin av kir û got ku ew ê li dijî êrîşan xwe biparêzin û nirxandina "Em pezê qurbanê nîn in" kir. Selahattîn Demîrtaş bal kişand li ser bihistiyariya HDP’ê û ev tişt anî ziman: "Serokomar û serokwezîrê welat hê jî bêdeng in. Hin kes ji bo li welat şerê navxweyî derxînin ketine tevgerê lê serokwezîr li holê tunebûn. Li holê serokwezîr tuneye wezîr tune ne. Wezîrê Karên Hundir, Wezîrê Edaletê bêdeng in. Li bendê ne ku welat tevlihev be, şerê navxweyî derkeve, piştre jî dê bibêjin ka binêrin qîmeta AKP’ê bizanibin. Heke AKP'ê ji hikûmetê bikeve welat dê ber bi kaosê ve biçe. Her hal li benda vê gotinê ne."
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li ber Navenda Giştî ya HDP’ê têkîldarî rojevê nirxandin kir. Selahattîn Demîrtaş têkîldarî provokasyona Amedê nirxandina "3 hevalên me yên HDP'î hatin kuştin. HDP’i yekî li mala xwe ya qatê 5’emîn înfaz dikin. Kî dixwaze çi bike. Ji bo ku ev derkevin holê hemû tetîkeş divê bi têkîliyên xwe ve bên derxistin. Emniyeta Amedê, walîtî bêyî ku demê derbas bike divê berpirsyarê bombeya ku avêtin mîtînga Amedê bi têkîliyên xwe ve derxîne û ji raya giştî re aşkera bike. Heke we girtibe, kî ye, navê wî çi yan ji kû hatiye, ji kê alîkarî girtiye, têkîliya wî bi kîjan rêxistinê re heye, divê ev hemû bên aşkerakirin."
Selahattîn Demîrtaş çapemeniya hewzê ya AKP’ê jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Serokê komeleya nêzî Huda-Par’ê kî kuşt. Kî ye divê bi hemû têkîliyên xwe ve bê aşkere kirin. Duh li Amedê 3 HDP’î ji aliyê kê ve hatin qetilkirin. Ev heke neyên ronîkirin wekî ku çapemeniya AKP’ê û ro ji manşetan ‘HDP’î hatin li Amedê înfaz destpê kir’ nemerdî û bê sewîyebûnê ne avêjin me. Yên ku tên qetilkirin jî em in lê yên ku ji aliyê hikûmetê ve tên sucdarkirin jî em in. Heke hûn nikarin dev ji vî karê berdin. Dev ji hikûmetê berdin, kadroyên ku vî welatî rêve bibin dê derkevin."
‘Em her roj cenazeyên xwe didin axê’
Selahattin Demîrtaş li dijî provokasyonan careke din banga bihistyariyê kir û wiha got: "Dijminatiya me bi kesekî re tuneye. Em rêxistinekî çekdar nînin. Bila dev jî vê yekê berdin. Em dizanin di destên kê de çek heye. Em partiya ku siyaseta demokratîk dimeşîne ya herî mezin a Tirkiyeyê ne. Ji ber vê yekê jî hemû kesên ku pêşeroja civakê difikire divê bihistiyar tevbigerin. Ligel van provokasyonan gelê me bi sekna xwe ya bi rêxistinkirî û dîsîplîn me ev yek pûç kir lê bedelên wî giran bû. Em her roj canezeyên xwe didin axê. Li Amedê û bajarên din merasîmên me yên cenazeyan heye."
‘Dixwazin bê gotin ku welat kete nava kaosê’
Selahattîn Demîrtaş bertek nîşanî Serokomar Erdogan û Serokwezîr ê ku li hemberî provokasyonan bêdeng in da û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Serokomar û serokwezîrê welat hêj bêdeng in. Ji bo li welat şerê navxweyî derbixe hinek derdor dest bi tevgerê kirin û serokwezîr hêj li holê nîn e. Serokomar tuneye, wezîr tune ne. Ji Wezîrê Karên Hûndir û Wezîrê Dadê deng dernakeve. Li bendêne ku welat tevlî hev be, şerê navxweyî derbikeve û pişt re bêjin 'Berê xwe bidinê qîmeta AKP'ê bizanin. Dema AKP ji hikûmetê bikeve dê li welat kaos, rageşî bidome' Em destûrê nadin vê yêkê. Ev welat bêyî AKP'ê û bi AKP'ê dê bimeşe, aşîtî û demokrasiyê pêk bîne. Em jî bi piştgiriya gelê me daye me bi berpirsiyar û bi bawer xebatên xwe bimeşînin."
‘Em pezê qurbaniyê nîn in'
Selahattîn Demîrtaş da zanîn ku êrîşên di pêvajoya hilbijartinê de li hemberî HDP'ê pêk hatin ji yêk navendê hatin rêvebirin û wiha axivî: "Li gelek cihên welat HDP'ê hedef hatin girtin. Yên ev yêk kirin jî kesên her tim HDP'ê sûcdar kirin in. Em neketin şer em ketin hilbijartinê divê hemû kes li hemberî hev bi hûrmet be. Yên li ser dengên partiya me girtin nîqaşên merutiyetê dikin reben in. Dema ji wan re deng tên rewa dibe lê dema deng ji HDP'ê re tên ev yêk çima tê lêpirsînkirin. Ev bêhûrmetiya wan e. Çiqas êrîşê bikin HDP'ê dest ji aqilkamendiya xwe bernade û dê xwe biparêze. Em pezê qurbanî nîn in, em partiyekî demokratîk a bi hêz in. Em xebata demokratîk a ku pêşerokê Tirkiyeyê ji nû ve saz bike ne. Em xwe ji gelên Tirkiyeyê re dengdar hîs dikin. Em destûrê nadin kaos û şerê navxweyî derbikeve. Heke helwesta me ya aqilkamilî neba Tirkiyeyê bêhn nedigirt."
Selahattîn Demîrtaş têkildarî nîqaşên "dengên emanet" û koalîsyonê jî wiha got: "Tenê dengek ê emanet hebe bi qîmet e. Em partiyekî bi dengên emanet bend derbaskirî nîn in. Girseyekî me ya bi hêz heye û me bi piştgiriya wan bend derbas kir. Heke tenê dengekî emanet ji me re hatibe dayîn em dê hûrmetê li hemberî wê bigirin. Me di serî de jî vê yêk got. Hinek dibêjin 'Em bi HDP'i yan re nayên cem hev' Bi HDP'ê re hatina cem hev ji wan re şeref e."
(rc)
