Li Amedê 17 kes hatin binçavkirin

13:27

JINHA

AMED -Walîtiya Amedê da xuyakirin ku piştî bûyerên duh ên li bajêr qewimîne, polîsan avêtine ser 27 navnîşanan û di encamê de 17 kes hatin binçavkirin.

Di dewama daxuyaniya nivîskî ya Walîtiya Amedê de hat ragihandin ku di bûyerên li bajêr de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane, 7 jê bi çekê 11 kes birîndar bûne û hat gotin, "Di encama lêgerîna hêzên me yên ewlekariyê de; 9 tivingên nêçirê û gelek fîşekên vê tivingê, 4 kalaşnîkov, 5 debance û gelek şarjor û fîşekên wê, çekek otomatîk a bi marka Ûzî hatine bidestxistin."

Di daxuyaniya Walîtiyê de, agahiya li ser şikandina deriyên komeleyên Welatiyên Azad û Wekhev û desteserkirina lîsteyên ji navê endam, rêveber û delegeyên komeleyan, cih negirt.


(rc)