Meral Çîçek: Parastina cewherî teşeyek a jiyanê ye

13:48

JINHA

BEYRÛT - Herî zêde jinên kurd tevlî konfernsa jinan a li Beyrûtê bûne û mohra xwe lê dan. Bi cilên xwe yên netewî ku êdî bûye wek nansameyekî û bi nasnameya xwe ya bîrdozî tevlî konferansê bûne. Konferans bi dirûşmeya ‘Di şer de rola jin ji bo aştiyê’ di roja 3. de berdewam dike. Endama Rêvebera Navenda Peywendiyên derve a Tevgera Jinên kurd, Meral Çîçek di konferasê de axivî û şoreşa Rojava, Tevgera jina kurd û şervanên jin vegot. Gotara Meral Çîçk di konferansê de herî zêde bala beşdarvanan kişand û rastî elaqeyek mezin hat.

Wê konferas heta 11’ê Hezîranê berdewam bike. Duh jî konferans bi mijarên wek rûyên din yê olperestî, vekirina qadên tayebt, Zewacên di navbera Sune û Şiayan de û rewşa jinên ku hevserê xwe di şerê li Rojhilata Navîn de wenda kirine, pişît buhara Ereban rewşa jinan û jinên şervan berdewam kir. Meral Çîçek bi sernavê Di pevçûnên çekdarî de şervanên jin gotarek pêşkêş kir û tê de behsa şoreşa Rojava û rola jin di nav de kir.

‘Li Rojava pergalek alternatîf ava dibe’

Meral Çîçek diyar kir ku şoreşa Rojava ji du pêvajoyên paralel pêk hatiye ku yek ji wan parastina cewherî û ya din jî avakirina demokrasî, pirrengî û azadiya jinê ye. Meral wiha berdewam kir: "Ji aliyekî ve kurd ji bo rizgariya netewî û rêveberiya cewherî tekoşîn dide. Ev şerê çekdarî û yekîneyên parastina jin vê şoreşê hem li hemberî hêzên rejîmê û hem jî li hemberî rêxistinên radîkal ên wek DAIŞ'ê û El Nusra diparêze. Lê ji aliyê din ve tekoşîna ji bo avakirina pergalek alternatîf li ser bingehê azadiya jin, demokrasî, pirrengî û ekolojiyê tê meşandin. Ev herdu pêvajo wek goşt û neynok biheve girêdayî ne. Herdu pêvajo derdixe holê ku heta guhertina civakî misoger nebe rizgariya netewî pêkan nîne."



‘Şoreşa Rojava xwe dispêre hêzek mezin’

Endama REPAK’ê Meral Çîçek her wiha bal kişande ser vê yekê ku tenê şoreş bi ya heyî re hilweşandin bi sînor nîne û da zanîn ku ji bo avakirinê pêwîstî bi mekanîzmên taybet û îradeyek bi zanebûn û bihêz a jin heye. Meral wiha berdewam kir: “Piştgirî û sparteya herî mezin a şoreşa Rojava Rêberê gelê kurd Ebdulah Ocalan û paradîgmaya wî ya azadiya jinane. Ji bo famkirina rastiya şoreşa Rojava divê em çavekî li konsepta parastina cewherî ya jin bigerînin. Ji bo tevgera azadiyê parastina cewherî tenê parastina çekdarî nîne. Parastina cewherî rêgezek bingehîn û di heman demê de awayekî jiyanê ye. Divê xwe, nirxên xwe, armanc û ramana xwe li hemberî her cure êrîşan biparêze. Ji bo mezinkirina van nirxan pêwîste qadên xwe ava bike. Di encam de parastina jiyana xwe bike. Dibe ku ev yek di destpêkê de wek nakokiyekî were dîtin lê diyalektîka jiyanê ya li Kurdistanê ye.”

Konferans îro jî berdewam dike û tê payîn sibê bidawî bibe.

(rc)