Bavê Mizgîn ya YPJ'î: berxwedana YPJ'ê nêrîna min a hemberî jinê guherand

09:11

Zerrîn Kurtay-Rûşen Bînîcî/JINHA

ŞENGAL - Mizgîn Tolhildan ya piştî êrîşên çeteyan tevlî berxwedana YPJ-Şengalê bû anî ziman ku heta dawiya dilopek xwîn di canê wê dê hebe dê ber xwe bide. Bavê Mizgîn Heşto Abdullah jî diyar kir ku bi keçika xwe serbilind e û bal kişand ku bi berxwedana Kobanê nêrîna wî ya hemberî jinê jî guherîye.

Êzidiyên ku rastî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê hatin, bi berxwedana YPG/YPJ'ê gelek pêşdaraziyên xwe şikandin. Wek gelek civakan jinên gelê Êzidî jî her tim li paş hatiye hîştin û di bin bandora zîhnîyeta meran de maye. Bi berxwedana YPJ-Şengal'ê gelek jin tevlî parastina hêzên jinê bûn û li hemberî zîhnîyeta dagirkeran û hember çeteyan şer kirin. Yek ji wan jinan Mizgîn Tolhildan ya 18 salî jî di vê berxwedana YPJ'ê de cîh girt û niha li hember çeteyan têdikoşe. Bavê Mizgîn Heşto Abdullah jî anî ziman ku berê tû wate nedida şerê ku jin û mêr bi hev re dimeşandin lê niha vê rastiyê hê baştir fêm kiriye.

'bi keça xwe ez ser bilindim'

Heşto da zanîn ku heta niha bi pîvanên feodal dijîn û got: '' Me pir wate nedida vê têkoşîna pîroz û em bi zarokên xwe ne bi bawer bûn. Lewre hezar sale em ji alî dijminên xwe kor û lal hatine hîştin, em cahîl mane ku me pêşiya xwe neditît. Heger ciwanên me bi rêxistinkirîba em rastî komkujiyek bi vî awayî nedihatin. Niha keçika min Mizgîn di nav hêzên YPJ-Şengal' de cîh digre û di eniyên pêş de şer dike ku niha birîndar e. Ez ji ber ku keçika min di vê berxwedana bi rûmet de cîh digre ez pê ser bilindim.''

' Berxwedan nêrîna min a hemberî jinê guherand'

Heşto diyar kir ku bi berxwedana YPJ'ê nêrîna wê ya hemberî jinê jî guherîye û axaftina xwe wiha domand: '' Ez keçika xwe bi sed kesan nadim. Ên ku YPJ-Şengal'ê nas nake û der heqê wê de diaxive divê were asta jiyana wan, exlaka wan bibîne û li gor wê biaxive. Gelên Êzidî jî divê êdî xwe nexapîne û biryarek li ser jiyana xwe bide. Em êdî divê bizanibin ku heger em bi rêxistinkirîkîbana ev komkujî pêk nedihat. Gotinek pêşiyan ya Êzidiyan heye dibêje 'jin darekî şikestîye' lê di vê berxwedana YPJ'ê de me dît ku ev ne rast e. Li gel keçika min a Mîzgîn yek keçika min a din jî di nava refên YPJ-Şengal'ê de cîh digre û her dû jî ji mêran bi hêztir ber xwe didin. Me dît ku jin di şer de ji mêran bi hêztir û îrade ye. Ez di vê berxwedana bi rûmet piştgiriya her du keçikên xwe jî dikim. Heşto, bang li ciwanên Êzîdiyan kir ku tevlî berxwedanê bibin.

'Heta dawiya dilopek xwîna xwe em ê ber xwe bidin'

Mizgin Torhildan ya nêzî salekî ye di nav refên YPJ-Şengal de cîh digre tevlîbûna xwe ya YPJ'ê wiha anî ziman: ''ji bo ku ev fermana ser Êzîdiyan bi dawî bibe me li Şengalê hêza berxwedanê pêk anî û em ê heta roja dawiyê têbikoşin. Em wek ciwanên Şengalê heta dawiya dilopa xwîna xwe em ê ber xwe bidin. Ji bo çar perçê Kurdîstanê û ji bo azadiya Serok Apo em ê şerê xwe bidomînin. Berê hişmendiya me ya azadiyê tunebû û me jiyanek ji rêzê didomand. Lê niha em ji bo armancek pîroz têdikoşin û her roj em xwe perwerde dikin, xwe nas dikin. Ez bawerim ku tû zînîyet û çek hêzen bi bawerî û bi perwerdekirî nikare têk bibe.''
(ch)