Biryara ku sivîlên lî ser sinorin derbasî Tirkiyê bibin hate girtin

17:06

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran sivîlên ku li Girê Spî (Tel Abyad)'ê dijîn û ji alî DAÎŞ'ê ve dihat xwestin ku wek mertalên zindî werin bi kar anîn li ber sinora Akçakaleyê ber xwe didan biryar hate girtin ku wê karibin derbasî Tirkiyê bibin.

Bi pêşketina hêzên YPJ/YPG'ê ku heta ber Girê Spî (Tel Abyad)'ê hatin û ji bo sivîl ji şer zerarê nebînin banga terikandina heremê hate kirin. Bi bangawaziya YPJ/YPG'ê kesên sivîl ber bi sinora Akçakaleyê herikîn û ji alî leşkerên Tirk ve hatin astengkirin û nehat hîştin ku gel sinor derbas bikin. Li gor agahiyan sivîlên ku ji şerê Girê Sipî reviyan û niha li ber sinora Akçakaleyê sekînîne biryar hate girtin ku di nava rojê de dê derbasî Tirkiyê bibin. Di encama civîna ku di navbera rêveberên bajêr û fermandarên leşkeran de hate girtin rewşa Girê Sipî hatiye nîqaş kirin û ji avêtina mermiyên hawan û topan biryara ku ewlehiya sivîlan nemaye hatiye girtin. Hat ragihandin ku ev biryara hevpar ragihandine Enqereyê û piştre jî ji bo ewlehiya sivîlan di xetereyê de ye biryara girtina sivîlan a Tirkiyê hatiye girtin.

Piştî vê biryarê li ser xeta sinor dest bi amadekariyê hatiye kirin û hate ragihandin ku sivîlên ku niha hejmara wan di navbera 3 an 5 hezaran de diguhere li Deriyê Sinor ya Akçakaleyê piştî lêgerînan dê derbasî sinora Tirkiyê bibin.

(ch)