Riya Reqa û Girê Spî bi temamî ket bin serseriya YPG û YPJ'ê
13:24
JINHA
GIRÊ SPÎ – Şervanên YPG’ê gundê Cisêriyê ya li ser riya di navbera Girê Spî û Reqayê rizgar kirin, bi vê yekê riya Reqa û Girê Spî bi temamî ket destê hêzên YPG û YPJ'ê. Şervanan li rojavayê Girê Spî jî 4 gundên din rizgar kirin.
Şervanên YPG/YPJ’ê saet di 12.15’an de gundê Cisêriyê yê 17 kîlometran başûrê Girê Spiye û dikev ser riya di navbera Girê Spî û Reqayê. Bi vê yekê riya bi di navbera Reqa û Girê Spî bi temamî ket bin serweriya şervanan.
Şervanên YPG’ê di heman demê gundên Hicaciyê, Xatoniyê û Mindalî ên dikevin rojavayî girê spî di milê sînor ji çeteyan paqij kirin. Opersyonên şervanên YPG’ê û Burkan El-Firat ên ji bo rizgarkirina Girê Spî bê navber didome û pêşveçûna şervanan bê navber û bi lez dom dike.
(rc)
