Li lutkeya herî bilind ya Girê Sipî alaya YPG'ê
11:14
Hezîran
16
/ 2015
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî ku bajarê Til Ebyadê ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, şervanên YPG/YPJ’ê alên xwe li avahiyên mezin ên bajar daliqandin.
Şevranên YPG/YPJ’ê ku şevê din Til Ebyad (Girê Sipî) rizgar kirin, îro jî di saetên serê sibehê de, alên YPG û YPJ’ê yên mezin li avahiyên bilind daliqandin. Şervanan diyar kirin ku ev hemleya wan bi fedekariyek mezin û bi serkeftî derbas bûye û di navbera kantonên Kobanê û Cizîrê de korîdorek vekiriye. Şervanan gotin ku wan navendek girîng a ji çeteyan girtiye û gelê herêmê jî, bi vê yekê gelekî keyfxweş e.
(zt)
