Li Şengalê pîrozbahiya serketina Girê Sipî
11:21
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Azadkirina Girê Spî ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve, li Şengalê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
Gerîlayên HPG/YJA Star, hêzên YBŞ/YPJ-Şengal û bi sedan welatiyên Êzidî, bi şahiyekê azadbûna Girê Spî pîroz kirin. Bi vê armancê, konvoyeke ji dehan wesayîtan ji herêma Amûd bi rê ketin û gihîşt herêma Çilmera ya li ser çiyayê Şengalê. Di rê de dirûşmeyên ‘Kî Serket, YPG serket’ û ‘Bijî YPG’ hatin qîrîn. Piştî konvoy gihîşt Çilmera, welatî ji wesayîtan peya bûn û şahiyê destpê kir. Hêzên berxwedêr û welatiyan govend gerandin û rizgarkirina Girê Spî pîroz kirin.
(zt)
