Baroya Amedê: Emê li hember êrîşan li gel rojnamegeran bin

15:36

JINHA

AMED - Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî bi boneya şermezarkirina êrîşên ser rojnamegeran GGC ziyaret kir û diyar kir ku li hember hemû êrîşan ew li gel rojnamegeranin.

Piştî kuştina serokê Komeleya Yenî ÎHYA-DER'ê Aytaç Baran li taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîra Amedê, hin kesên kontra bi çek û satoran derketibûn kolanan û di êrîşa heman kesan de 3 rojmevanên bûyer dişopandin birîndar kiribûn. Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li Cemîyeta Rojnamegerên Rojhilatê Başûr daxuyanî da û bûyer şermezar kir. Di daxuyaniyê de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, endamê lijneya Baroya Amedê, serokê Cemiyeta Rojnamegerên Rojhilatê Başûr (GGC) û endamê lijneya GGC'ê amade bûn. Li ser navê Baroya Amedê Serokê Baroyê Tahîr Elçî axivî û diyar kir ku êrîşên li hember rojnamevanan pêk tên nayê qebulkirin û wiha got: "Rojnamegerên kurd tû caran serî li hember êrîşan netewandiye. Îro qet danayne. Cıvata kurdan ne wekî berê ye û her êrîşê ku li hemberî wan pêk bê, dê kurd di çarçoveya xeta demokratîk de bersivê bide."

Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Rojhilata Başûr Veysî Îpek jî da zanîn ku wan ji ziyaretkirinê hêz girtine û wiha domand: "Ez hêvîdarim ku dê banga me cihê xwe bigire. Emê weke hêza sêyem ya Tirkiyê berdewam bikin."

(zt)