Cansu ya winda rastî êrîşa zayendî hatiye û hat qetilkirin
08:32
JINHA
MUGLA - Cansu Kaya ya ku li navçeya Ortaca ya Muglayê ev sê rojin windaye bedena wê ya bê can li kêleka qenalekê rastî êrîşa zayendî hatî, xeniqandî û paşê jî avêtî avê hat dîtin.
Cansu Kaya ya ku li Taxa Mergenli ya Ortaca ya Muglayê dijî, roja yekşemê piştî ku mesayiya wê li restoranda li Taxa Dalyan ê qediya ji wê derketiye. Ji Cansu êdî xebar nehat bihîstin. Piştî sê rojan bedena Cansu ya bê can li ber qenalek yê avê yê li Dalyan ê hat dîtin û şandin Saziya Tiba Edli ya Mugla yê. Di otopsiyê de hat tespîtkirin Cansu rastî êrîşa zayendî hatiye, hatiye xenixandin û paşê jî hatiye avêtina avê.
(zt)
